NATO li ser S-400 an yên Tirkiyê ji Rûsyayê kiriye daxwuyanî da
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg li zankoya Georgetownê ya li Washingtonê tevlî panelekî bû û li ser pirsên di derbarê kirîna S-400 an de ku Tirkiye ji Rûsyayê kiriye, bersivan da.
Jens Stoltenberg ragihand ku mijara S-400 an mijareka zahmete û divê di çarçoveya NATO yê de bê çarserkirin. Hevkarên NATO yê gelek caran mijarê xistine rojevê. Sekreter ragihand ku mijarê bi serokomar Erdoğan re axifiye û weha got:
“Ji xwe dayîna biryara kirîna alavên bergiriyê mijarekî netewiye. Tiştê ku ez dibêjim û ji bo NATO yê girînge, sîstema parastina hewayî ya S-400 a ye. Divê bi sîstema NATO yê re lihev bike û karibe bi sîstema NATO re entegre bibe.
Sîstema S-400 an bi ya NATO re entegre nabe û me ji Tirkiyê re aternatîfan pêşniyar kiriye. Di nav wan de sîstema Amerîkayê ya Patriot û ya malê Fransiz-Îtalya SAMP/T hene. Di mijarê de em heya niha biserneketine.
Li ser vê mijarê em ê weka hevkar xebata xwe dewam bikin. Ez zanim ku hinek astengî hene ji ber hinek hevkar di mijarê de krîtîkin. Ev yek di civînên NATO de hat gotin. Tirkiye hevkarekî girînge.
Ji ber Tirkiye gelek koçberan qebûl kiriye û ti dewlet weka Tirkiyê wan qebûl nekiriye jî, Tirkiye girînge.
Divê van pirsgirêkan em di çarçoveya NATO de çareser bikin.”