NATO: Tirkiye û Yûnanistanê li ser mekanîzmeya leskerî li hev kir
PeyamaKurd - Piştî gefên Yekîtiya Ewropayê bo cezakirina Tirkiyê ku Tirkiyê keştiya xwe ya lêgerîna sîsmîk ji Rojhilatê Derya Spî vekişand, Tirkiye ûYûnanistanê li ser mekanîzmeyeke leşkerî li hev kir.
NATOyê ragihand ku Yûnanistan û Tirkiye, li ser mekanîzmeyeke leşkerî li hev kirine, da ku şer di navbera her du aliyan de li rojhilatê Deryaya Spî dernekeve.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got, di vê mekanîzmeyê de, xeteke pêwendiyên yekser di navbera her du aliyan de, ji bo hêsankirina çareserkirina aloziyên li deryayê û asîmanan heye.
Sroltenberg da zanîn, ev lihevkirin piştî danûstandinên di navbera nûnerên leşkerî yên Yûnanistan û Tirkiyê de, li navenda NATO ya li Brukselê pêk hatiye.
Li aliyekî din jî rayedarên Yekîtiya Ewropayê ji doh ve li Brukselê di civînê de ne û nameyek ji Tirkiyê re şandine ku tê de tê dibêjin, heger Tirkiye lêgerîna xwe ya neyasayî li nav ava Qibrisê bi dawî neke, wê bê cezakirin.