Cîhan
NATO û Almanya peyama xwe dan
PeyamaKurd- Piştî hilbijartina Tirkiyê, NATO û Almanya peyamên xwe di derbarê encama hilbijartina Tirkiyê de dan. Sekreterê giştî yê NATOyê Hens Stoltenberg got ku Tirkiye bo NATO yê welateke girînge û wê serokkomarê Tirkiyê Erdoğan bi sedema hilbijartin û tevlîbûna nisbeteka zêde ku li Tirkiyê bo hilbijartinê çêbûye, pîroz bike.
Berdevkê hukumeta Almanya Steffen Seibert jî di derbarê encama hilbijartina Tirkiyê de got: “Em bawerin wê hukumeta me ya federal û hukumeta Tirkiyê ya bê, wê bi hevre xebatên baş bikin û wê hevkariya me bi xêr be.”