Cîhan
Nauert bo Neteweyên Hevgirtî namzete
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wê bo temsîla daîmî ya li Neteweyên hevgirtî, berdevka wezareta karên derve Heather Nauertê namzet nîşan bide. Vê wezîfê berê Nikki Haley dimeşand.
Donald Trump bo Nauertê weha got: “Gelek bi qabîliyete, bi aqile, gelek bileze û wê herkes jê re rêz bigre.”
Eger Nauert namzet bê nîşandan û senatoya Amerîkayê deng bidê, wê dest bi wezîfa nû bike. Nauert berê di tv ya Fox News ê de dixebitî û pêşkêşvaniyê dikir.