TR KU SO
FB X
Cîhan

Navê Hîzbûllaha Lubnanê ket lîsta terorê

Admin M
Nivîskar
📅 26 sibat 2019 02:52

PeyamaKurd- Brîtanya ragihand ku Hîzbûllaha Lubnanê bi hinek rêxistinên Afrîkayê re xistiye lîsta terorê. Ji bilî Hîzbûllahê Enasir El Îslam û JNIM ku li Afrîkayê derketine holê, wan jî xistiye lîsta terorê.

Eger parlementoya Brîtanyayê teklîfê qebûl bike, wê ev guherandin di 1 ê adarê de bê birêvebirin. Li Brîtanyayê eger kesekî endamê rêxistina terorê be an banga desteka wan bike, cezayê wî kesî ji 10 salan destpêdike. Hem hilgirtina sembolên wan rêxistinan jî qedexe ye.

Parve bike: