Cîhan
NBC: Rêveberiya Washingtonê alîkariya leskerî ya bo Ûkraynayê rawestand
PeyamaKurd – Medya Amerîkayê ragihandiye ku rêveberiya Washingtonê alîkariya leşkerî ya bi nirxê 200 milyon dolaran ku bo Ûkraynayê dihat amadekirin hatiye rawestandin.
Televizyona NBC daye xuyakirin ku sedema hilawistina wê alîkariya leşkerî ya bo Ûkraynayê ew e ku Amerîka pêşbînî dike krîza Ûkrayna-Rûsyayê bi rêyên dîplomasiyê were çareserkirin û heger Rûsya Ûkraynayê dagir bike jî wê pakêta alîkariya leşkerî were berfirehkirin.
Li gorî çavkaniyên rêveberiya Amerîkayê ku ji medya Amerîkî re ragihandine, pakêta alîkariya leşkerî hatiye amadekirin, lê niha dabînkirina çekan bo Ûkraynayê hatiye hilawistin.
NBCyê diyar kiriye ku pêşkeşkirina wê alîkariyê bo demeke pêştir hatiye paşxistin ku rêveberiya Kîevê ji vê biryarê nerazî ye.