'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, aqilekî kûr Tirkiyê birêve dibe'
PeyamaKurd - Wekîlê Koma Partiya Komariya Gel (CHP) di parlamentoyê de, Ozgur Ozel di hevpeyvîneke medyayê de got ku Tirkiye ne ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan û partiya wî ve tê birêvebirin, ew pê bawer e ku aqilekî kûr û b hêz Tirkiyê birêve dibe.
Li gor nûçeya Duvarê Ozel bal kişandiye ser hevpeymaniya Cumhur a MHP û AKPê û gotiye, Tirkiyê ne Erdogan ne jî Bahçelî (Serokê Partiya Tevgera Neteweperest -MHP) birêve dibe, ew aktor in, lê hinekan pêl bişkokê kiriye û ew aqilê kûr û bihêz rêveberiya Tirkiyê xistiye jêr kontrola xwe.
Ozgur Ozel daye zanîn ku berê Tirkiye di bin wesayeta leşkerî de bûye, lê deshilatdariya niha jî wesayeteke siyasî ava kiriye û her ku nabe jê re bêje wesayeta leşkerî jî tê de hinek fermandarên berû û nû jî hene.
Ozel dibêje, rêveberiye Tirkiyê ketiye destê wî aqilê kûr ê li ser partiyan ku baş pê nizanin û diyar dike, “Heta ez wekî şexs pê bawer im ku ew aqil çend partiyan bi hev re kontrol dike û li ser siyaseta Tirkiyê wesayeteke siyasî ava kiriye. Di nav de wezîrên brukrat ên AKPê jî hene û gelek brukratên din ên payebilind hene. Herwiha ji partiyên opozîsyonê jî serokê partiyan û rêveberên wan jî tê de gelek kesayet hene.”