TR KU SO
FB X
Cîhan

Neçîrvan Barzanî Cejna Cemayê li welatiyên Êzdî pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2026 10:10

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Ezîdî peyamek li ser hesabê xwe yê X belav kir û Cejna Cemayê li hemû welatiyên Êzdî yên li Kurdistanê, Iraqê û cîhanê pîroz kir.

Di peyamê de hate gotin:

Cejna Cemayê li tevahiya welatiyên me yên Êzdî li Kurdistanê, Iraqê û li her dera cîhanê bin pîroz dikim. Hêvîdar im cejnek aram û tenahî derbas bikin û hemû cejn û helkeftên bên bi xêr û xweşiyê pîroz bikin.

Dîsa hemû welatiyên me yên Êzdî û tevahiya pêkhatên Kurdistanê piştrast dikim ku wek herdem em ê piştevan û parêzerê maf û daxwazên wan bin û Herêma Kurdistanê ji bo hemû pêkhateyan dê her wek war û welatê pêkvejiyana aştiyane bimîne.

Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.

Parve bike: