Nêçîrvan Barzanî hişyarî da Îranê: Êrîşa li ser Pêşmerge rasterast serweriya me hedef girtiye û dê bê bersiv nemîne
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi daxuyaniyeke tund êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser çeperên Hêzên Pêşmerge şermezar kir.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya serweriya axa welat e û bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Êrîşa li ser sînorê Soranê: Şehîd û birîndar hene
Nêçîrvan Barzanî îro (24ê Adara 2026an) li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma medyaya civakî Xê ragihand ku Îranê bi mûşekan çeperên Pêşmerge yên li ser sînorê devera Soranê hedef girtine.
Serokê Herêmê eşkere kir ku di vê êrîşê de “çend Pêşmergeyên wêrek” şehîd bûne û hinek din jî birîndar bûne. Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û daxwaza silametiya bilez ji bo birîndaran kir.
“Ev êrîş dê bê bersiv nemîne”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku Herêma Kurdistanê her tim faktora aştî û aramiyê bûye û gefê li tu cîranekî naxwe. Nêçîrvan Barzanî bi zimanekî biryardar wiha got:
Ev êrîş êrîşeke dijminane ya rasterast li dijî serweriya welêt e û dê bê bersiv nrmîne. Ev yek binpêkirineke tevahî ya prensîbên cîrantiya baş e.”
Banga ji bo Bexda û civaka navneteweyî
Serokê Herêma Kurdistanê bang li Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navneteweyî kir ku li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemînin.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku divê hewildan werin zêdekirin da ku rê li ber dubarebûna êrîşên bi vî rengî were girtin û serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê were parastin.