TR KU SO
FB X
Cîhan

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Galîbaf li Tehranê civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2026 15:20

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Tehranê de, îro ligel Serokê Parlamana Îranê Mihemed Baqir Galîbaf civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de derfetên pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên ligel Komara Îslamî ya Îranê û giringiya berfirehkirina hevahengî û hevkariyên hevpar hatin nirxandin.

Her du aliyan tekezî li ser pabendbûna xwe ya ji bo berdewamkirina peywendiyên kûr û dostane yên navbera Hewlêr û Tehranê di her astê de kir.

Di civînê de geşedanên dawî yên herêmê û sîstema ewlehiyê jî hatin nirxandin; Barzanî û Galîbaf bal kişandin ser pêwîstiya parastina aştî, îstîqrar û ewlehiya li Rojhilata Navîn û li ser vê yekê li hev kirin ku di çareserkirina alozî û pirsên heyî de divê diyalog û rêbazên aştiyane wekî bingeh werin girtin.

Di hevdîtinê de yek ji mijarên herî giring û berbiçav, nirxandina pêşhatên dawî yên di proseyê danûstandinên navbera Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de bû ku bi mebesta gihîştina bi peymanekê bi rê ve diçin.

Hem Serokê Herêma Kurdistanê û hem jî Serokê Parlamana Îranê hêvî û daxwazên xwe anîn zimên ku ev hewldanên dîplomatîk û pêvajoya diyalogê bi serkeftî bi dawî bibin; herdu alîyan destnîşan kir ku serkeftina vê proseyê dê bibe bingehekî giring ji bo avakirina îstîqrareke mayînde û xurt li seranserî herêmê.

Parve bike: