TR KU SO
FB X
Cîhan

Netahyahû dê di nav 6 hefteyan de hikûmeta nû ava bike

Admin H
Nivîskar
📅 26 îlon 2019 19:13

PeyamaKurd - Serokê Îsraîlê Reuven Rivlin, serokwezîr Benyamin Netanyahû ji bo avakirina hikûmetê erkdar kir ku pêwîst e di nav 6 hefteyan de hikûmeta nû bê avakirin.

Netanyahû berê xwestibû ku bi Tifaqa Şîn û Spî ya bi pêşengîya Benny Gantz re koalîsyonê çêke, lê Benny Gantz ew daxwaz red kiribû.

Di parlamena Îsraîlê de 120 kursî hene û di hilbijartina 17ê Îlonê de partîya Gantz 33, ya Netanyahu jî 32 kursî bi dest xistibûn.

Tê çaverêkirin, Netanyahu heta şeş hefteyan hikûmeta nû ava bike.

Serokê Îsraîlê Reuven Rivlin da zanîn ku ew naxwazin îsal careke din hilbijartina pêşwext çêbe û got, li gor wî Netanyahû hîn zûtir dikare hikûmetê ava bike.

Parve bike: