Netanyahu: Amerîkayê ji ber binpêkirinên Îranê muzakere bi dawî kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, di civîna kabîneyê de ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) muzakereyên bi Îranê re bi temamî rawestandine.
Netanyahu diyar kir ku Cîgirê Serokê DYAyê JD Vance piştî hevdîtinên li Îslamabadê ew agahdar kiriye.
Netanyahu îdîa kir ku Îranê şertên agirbestê bi cih neanîne û tevî lihevkirinê jî Tengava Hurmizê venekiriye.
Aliyê Amerîkayê diyar kiriye ku ew nikarin li hemberî van binpêkirinên Îranê bêdeng bimînin.
Netanyahu da zanîn ku armanca sereke ya rêveberiya Donald Trump ne tenê agirbest e û şertên Amerîkayê wiha rêz kirin:
Paqijkirina Uranyumê: Veguhastin an jî tunekirina hemû maddeyên uranyuma zengînkirî yên li Îranê.
Garantiya ku di dehan salên pêş de Îran tu çalakiyên zengînkirina nukleerî nake.
10'ê Nîsana 2026'an: Bi navbeynkariya Pakistanê, li Îslamabadê 21 saet hevdîtin hatin kirin lê encam negirtin.
Serokê şandeya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got ku DYA'yê nekarî baweriya wan bi dest bixe.
Hêjayî gotinê ye, piştî binketina hevdîtinan, Donald Trump ferman da ku dorpêçeke deryayî ya giştî li ser hemû benderên Îranê were destpêkirin.