Cîhan
Netanyahu: Betalkirina serdana sanda me ya DYAê ji bo Hemasê peyam e
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku betalkirina serdana şanda Îsraîlî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo Hemasê peyamek bû.
Benjamin Netanyahu di derbarê betalkirina serdana şanda Îsraîlê ya DYAyê piştî ku DYAyê pêşnûmeya biryara agirbesta Xezzeyê ya ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate pesendkirin veto nekir, yekem car axivî.
Netanyahu diyar kir ku biryara DYAyê Hemasê wêrek kiriye û tekez kir ku betalkirina serdana şandeya Îsraîlê ya DYAyê ji bo Hemasê peyamek e.
Netanyahu bang li Hamasê kir û got, “Ji vê zextê bawer nekin, wê bi kêr neyê. Ez hêvî dikim ku vê peyamê têgihîştibin."