Netanyahû bo El Xelîlê fermana qedexeya çûnûhatinê da
PeyamaKurd - Serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ferman da artêş û hêzên ewlehiyê yên welatê xwe ku bajarê El Xelîlê yê li Şerîeya Rojava di cih de bixin bin dorpêçê û ji bo dorpêçkirina temamî ya tevahiya Şerîeya Rojava amadekariyan bikin.
Netanyahu ragihand ku piştî civîneke nirxandina rewşê ya ligel Wezîrê Parastinê Israel Katz, Serokê Fermandariya Giştî Eyal Zamir, Serokê Shin Bet David Zini, Serokê Encumena Ewlehiya Neteweyî Ben Ezra û Fermandarê Herêma Navendî Avi Bluth rêkarên nû yên ewlehiyê hatine wergirtin.
Ev biryar piştî êrişeke çekdarî ya li xala kontrolê ya li bakurê El Xelîlê rû da, ku di encamê de 2 Filistînî hatin kuştin û 6 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.
Piştî van geşedanan, hêzên Îsraîlê qedexeya derketina derve ragihandin û hemû rêyên ketin û derketina bajêr girtin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê Wafa, leşkerên Îsraîlî li bajarê El Xelîlê operasyonên berfireh ên girtinê dest pê kirine û gelek welatiyên Filistînî hatine girtin.