TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahû car din ji bo seroktiya Lîkudê hat hilbijartin

Admin H
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2019 20:53

PeyamaKurd – Beriya hilbijartinên avakirina hikumeta Îsraîlê, serokwezîrê niha yê Îsraîlê Beynamîn Netanyahû careke din wekî serokê partiya Lîkudê hat hilbijartin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew di hilbijartinên serokatiya partiya Lîkudê bi ser ketiye û got, ev yek dê serokatiya partiya rastgir di hilbjaratinên meha Adarê de misoger bike.

Partiya Likudê jî ragihand ku Netanyahu 41 hezar û 782 deng bi dest xistine û car din bûye serokê partiyê.

Netanyahu li ser twitterê got, “Me serkeftineke mezin bi dest xist.. Spas bo endamên Likudê. Em ê dewlata Îsraîlê ber bi destkeftiyên nedîtî ve bibin.”

Îsraîl, di nava salekê de (2019) 2 caran hilbijartinan li dar dixe,lê belê dîsa jî ne Netanyahu ne jî dijberê wî Benny Gantz nekarîne hikûmetê ava bikin.

Parve bike: