Cîhan
Netanyahû Erdogan bi dîktatorî û jenosîda Kurdan tawanbar kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû bersiveke tund da gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku îro 10ê Hezîranê di axaftineke xwe de gotibû, “êrîşên Netanyahû û tora wî ya sûcdar li dijî Sûriye û Lubnanê gihîştine astekê ku ne tenê van her du welatên bira, herwiha Tirkiyê jî tehdîd dike.”
Netanyahu Erdogan bi jenosîda Kurdan tawanbar kir û got ku ew nikare dersên exlaqê bide Îsraîlê.
Serokwezîrê Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Xê Erdogan bi “dîktatoriya antîsemit” tawanbar kir û got ku hikûmeta Erdogan li dijî Kurdan “jenosîdê” pêk tîne, piştgirîyê dide Hamasê û dijberên siyasî dixe zindanê.
Netanyahû dawiyê jî destnîşan kir, Dewleta Îsraîlê û artêşa wê dê li dijî Îran û hêzên hevpeymanên wê operasyonên xwe bidomînin.