TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahu: "Erdogan Kurdan qetil dike"

📅 25 tîrmeh 2018 02:51

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku rexnekirina qanûna netewedewlet a Îsraîlê ji aliyê Erdogan ve bo wan îltifata herî mezin e.

Netanyahu henekê xwe bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ki û ew wek ‘şampiyonê demokrasiyê’ binav kir...

Ewî wiha got:  “Êrîşa Erdoganî ya li ser qanûna netewedewlet a cihû, îltifata herî mezin e.”

Herwiha Netayahu destnîşan kir:  “Tirkiye, di bin rêveberiya Erdogan de ber bi dîktatoriyeke tarî vediguhere, lê Îsraîl mafên hemwelatiyên xwe beriya qanûnê jî piştî qanûnê jî diparêze. “

Serokwezîrê Îsraîlê îdîa kir ku Erdogan, Kurdan û hemwelatiyên Sûriyeyê qetil dike û hemwelatiyê xwe dike zindanan.

Parve bike: