Netanyahu got ku ew tedawiya kansera prostatê bûye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu rewşa xwe ya tenduristiyê bi raya giştî re parvekir û got ku teşxîsa kansera (pençeşêrê) prostatê jê re danîne, pêvajoyeka tedawiyê ya baş diye. Li ser ku çima heya niha negotiye got:
“Ji bo di destê Îranê de nebe alavekî, 2 mehe ku me nexweşînê veşart.”
Netenyahu yê 76 salî di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku ew dixwaze 3 peyamên girîng bi raya giştî re parve bike û got:
“Şukir tenduristiya min başe, rewşa min ya fîzîkî mukemmele û pirsgirêkekî biçûk ya di prostata min de hebû, bi temamî çareser bû.
Di dawiya sala 2024an de, ez emeletiyatekî normal bûm, paşî di kontrola tenduristiyê de, ji 1 cm.ekî biçûktir tumurekî xerab di prostata min de dîtin. Doktoran got ku di kesên di temenê min de gelek caran tiştên weha tên dîtin, dikarin bişopînin û derman bikin.”
Netenyahu got ku wexta talûkê bihîstiye, xwestiye mudaxele bikin, seansên radyo terapiyê kirine, di wexta tedawiyê de pirtûk xwendiye û xebata xwe dewam kiriye û weha dewam kir:
“Niha ew tumor bi temamî rabû. Şopa wê nemaye. Ez sipasiya tîma tenduristiyê ya nexweşxana Hadassahê dikim.
Di wexta ku şer xwurt bû, min nexwest ev mijar belav bibe. Min nikaribû îznê bida rejîma terorê ya Tehranê ku mijarê bikin alava propogandayê.”
Ofîsa serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku teşxîsê zû kirine, hucrên seretanê li weslên din belav nebûne û raporên doktoran yên ku mijarê erê dikin, weka pêvek belav kirine.