Netanyahu, ji ber wan êrîsan Îran tawanbar kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdia kir ku Îranê êrîşên çekdarî yên ku di rojên dawî de zêde bûne, li Şerîeya Rojava teşwîq kiriye û fînanse kiriye.
Benjamin Netanyahu, îro bi Wezîrê Berevaniyê Yoav Gallant re serdana cihê êrîşa çekdarî li bajarê Hebronê yê li başûrê Şerîa Rojava kir ku tê de nişecihek hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.
Netanyahu, li cihê bûyerê ku hêzên Îsraîlî lêkolinên xwe berdewam dikin axifî û got: “Ew bi êrîşên ku ji aliyê Îranê û berfirehkirina wê ve tên teşwîqkirin, rêvebirin û fînansekirin re rû bi rû ne. Em bi şev û roj dixebitin ku kujeran bigrin.”
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî diyar kir ku ev êrîş bi niyeta Îranê ve girêdayî ne. Piştî van êrîşan artêşa Îsraîlê hêzên teqwiye şandin Şerîeya Rojava û dest bi operasyonên leşkerî kirin.