Netanyahu ji bo kustina 7 xebatkarên alîkariyê li xwe mikûr hat
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li xwe mikur hat ku artêşa Îsraîlê di hêrişeke asmanî ya li ser Xêza Xezzeyê 'bi nexwestinî' 7 xebatkarên alîkariyê kuştine.
Li gorî AFP'ê Netanyahu piştî neştergêriyeke piçûk dema ji nexweşxaneya Qudsê derket got: "Mixabin, rojên din dema ku hêzên me li Xêza Xezzeyê bi şaşî mirovên bêguneh bombe kirin û bûyereke trajîk qewimî."
Netanyahu got: “Di şeran de rewşên wiha dikarin rû bidin. Em ê bûyerê bi berfirehî lêkolin. Em bi hikûmetan re di têkiliyê de ne û em ê her tiştî bikin da ku ev yek dubare nebe."
Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku mirina xebatkarên alîkariyê yên li Xezeyê 'encama trajîk a êrîşa Îsraîlê ye' û soza lêkolîneke 'şefaf' a êrîşa hewayî da.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî di daxuyaniyekê de got, "Em ê vekolînekê vekin da ku rewşên vê bûyera giran lêkolîn bikin. Ev lêkolîn wê ji me re bibe alîkar ku bûyer dubare nebe. Em pabend in bi vekolîneke berfireh û zelal a operasyonên xwe."
Hagari da zanîn ku ew bi damezrînerê Aşxaneya Navendî ya Cîhanê (WCK) Jose Andres re axiviye û got: "Artêşa Îsraîlê sersaxiyê ji malbatên miriyan û tevahiya malbata WCK'ê re dixwaze."
Rêxistina WCK ku navenda wê li Amerîkayê ye ragihand ku piştî hêrişa duh pêk hat, wan bi awayekî demkî çalakiyên xwe rawestandine.