Netanyahu ji welatiyên xwe re got: Bi sebir bin!
PeyamaKurd – Li Îsraîla ku rageşiya bi Îranê re dewam dike, Serokwezîr Benjamin Netanyahu diyar kir ku welatê wî hem ji bo parastinê û hem jî ji bo êrîşê amade ye û ji welatiyan xwest ku "sebir bikin û aramiya xwe biparêzin."
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê de hat diyarkirin ku Netanyahu baregeheke yekîneyên zirxî yên artêşa Îsraîlê ziyaret kir û bi leşkeran re hevdîtin kir.
Netanyahu di nirxandina xwe ya di serdanê de diyar kir ku Îsraîl hem ji bo parastinê hem jî ji bo êrîşê amade ye.
Netanyahu bi îdiaya ku ew ber bi serkeftinê ve diçin, derbarê rewşa navborî de ev daxuyanî dan:
"Ez dizanim ku welatiyên Îsraîlî di hişyariyê de ne û tenê daxwazek min ji we heye. Sebir û aramiya xwe biparêzin."
Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîyye di 31ê Tîrmehê de li Tehrana paytexta Îranê hatibû kuştin.