Netanyahû pêsniyaza Biden a 'Dewleta Filistîn a bê artês' jî red kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû dijberiya xwe ya li dijî avakirina dewleta Filistînê dubare kir. Netanyahû pêşniyaza Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden a 'Dewleta Filistîn a bê artêş' jî red kir.
Serokê DYAyê Joe Biden ragihand ku ew îro bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re bi têlefonê peyiviye û dibe ku Netanyahû rêbaza çareseriya du dewletiyê pesend bike.
Biden ji rojnamegeran re diyar kir ku beriya niha, dema Netanyahû dîsa serokwezîr bûye avakirina dewleteke Filistîn pêkan bûye û got:
“Modelên cuda yên çareseriya du dewletî hene. Gelek welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) ne, lê bê artêş in hene."
Piştî vê daxuyaniya Serokê DYAyê, Netanyahû bi şêwazeke tûndtir bersiv da Biden.
Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê da wiha hat gotin: "Serokwezîr Benyamîn Netanyahû di axaftina xwe ya bi Serok Biden re careke din tekezî li ser siyaseta xwe ya ku divê Îsraîl ewlekariya Xezzeyê piştî hilweşandina Hemasê pêk bîne, kir. Ev hewcedariya ewlehiyê bi daxwaza Filistînê ya serweriyê re nakok e."