TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahû bang li Îraniyan kir: Ji bo rûxandina rejîmê derkevin kolanan

📅 01 adar 2026 18:09

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû, piştî êrîşên ser Îranê û kuştina Elî Xaminey, bi peyameke vîdyoyî rasterast bi farisî bang li hemwelatiyên Îranê kir û ji wan xwest ku ji bo rûxandina rejîmê rabin ser piyan.

Netanyahû destnîşan kir ku ev firsendeke dîrokî ye û got: "Welatiyên Îranê, vê firsendê ji dest nedin. Ev fersend di her nifşekî de tenê carekê tê dîtin. Dest jê bernedin, çimkî dema we nêzîk bûye."

— Benjamin Netanyahu - בנימין נתניהו (@netanyahu) March 1, 2026

Netanyahû bang li gel kir ku bi mîlyonan mirov dakevin kolanan û wiha berdewam kir: "Dema ku divê hûn bi mîlyonan mirov dakevin kolanan ji bo biqedandina vî karî û rûxandina rejîma terorê ya ku jiyana we perîşan kiriye, hatiye. Êş û feda kariyên ku we kirine dê badilhewa neçin. Alîkariya ku we ev demeke dirêj e li benda wê bûn, êdî gihîşt."

Parve bike: