TR KU SO
FB X
Cîhan

Netenyahû Lavrentyev û Versini qebûl kir

Admin M
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2019 05:08

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû temsîlkarê taybet yê serokê Rûsyayê yê Vladimir Putin bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev û cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin qebûl kir. Di hevdîtinê de li ser behsa Îran û Sûriyê rawestiyan.

Li gor beyana ku ji nivîsîngeha Netenyahû derketiye; ji bilî mijarên Îran û Sûriyê mijara xurtkirina koordînasyona navbera Moskova û Îsraîlê jî mijareka din ya wan ya hevdîtinêbûye. Di hevdîtinê de behsa sozên ku Moskiva bo ewlekariya Îsraîlê dabû, hat dubarekirin.

Bo artêşa Îsraîl û Rûsyayê bi şaşî li hev nexin, di sala 2015an de, di navbera her dû dewletan de mekanîzmayeka koordînasyonê hatibû danîn.

Parve bike: