Cîhan
Netenyahû: Me nehist Nasrallah tunelan veke
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû bo şiroveyên serokê Hîzbûllaha Lubnanê bo yên Hesen Nasrûllah got ku ne raste berya 2006an tunelan çêkirine. Nasrallah do bo televizyona El-Mayadînê hevpeyvîn dabû û tê de gotibû ku berya 2006an wan tunelan çêkirine. Li hemberê wî peyam ji Netenyahû hat û weha got:
“Ew (Nasrallah) û mirovên wî di sala dawî û mehên dawiyê de gelek xebitî ku tunelan veke. Me din ava 6 hefteyan de wan ji van sîlihan bêpar hişt. Hem dorpêça ser Îranê û vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî, di serî de Hîzbûllah û wekîlên Îranê, ji van her dû bûyeran zerarên baş dîtin.”