TR KU SO
FB X
Cîhan

Netewên Yekbûyî di derbarê Idlibê de mesajek da!

Admin V
Nivîskar
📅 11 îlon 2018 14:28

PeyamaKurd- Alîkarê Serkreterê Berpirsê Karên Insanî yê Netewên Yekbûyî (NY) Mark Lowocock di derbarê Idlibê de daxuyaniyek da û îfadeyên girîng bi kar anîn. Lowocock got ku berî ku di sedsala 21emîn de xwîna herî zêde biherike, divê çareseriyek ji vê pirsgirêkê re were dîtin.

Alîkarê Serkreterê Berpirsê Karên Insanî yê Netewên Yekbûyî (NY) Mark Lowocock li Ofîsa Cenîwê ya Netewên Yekbûyî civîneke çapemeniyê li dar xist û mesajên girîng dan. Lowocock wiha axivî: Berî ku di van mehên pêşiya me de li Idlibê felaketeke insanî çêbibe, divê em çareyekê bibînin. Mesaja me ya herî girîng ev e.

Lowocock wiha dewam kir: “Ji bo Idlibê em hemî ketine alarmê de. Îro ji bo gelê Idlibê gelekî talûke ye. Nêzîkî 4 mîlyon sivîl li wir dijîn. Ji van sivîlan 2 mîlyon hewceyî alîkariya insanî ne. Ji bo koçeke mezin jî divê amadekarî werin kirin.

Parve bike: