Netewên Yekbûyî hisyarî da: Bila rews ji qontrolê dernekeve!
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, 5 endamên daîmî yên Netewên Yekbûyî hişyar kirin û got ku bila her tişt ji qontrolê dernekeve.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, roja çarşemê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku divê neyê jibîrkirin ku em hemî hewl didin ku êş û elemên gelê Sûriyê xilas bibin. Em qasidên 5 endamên daîmî yên Netewên Yekbûyî hişyar dikin ku rîskeke mezin heye û dibe ku her tişt yekcar xira bibe. Ji ber vê yekê divê ev dewlet zêde baldar bin û berpirsiyariya xwe bînin cih.
5 endamên daîmî yên Netewên Yekbûyî Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa ne. Piştî ku Rejîma Sûriyê li Xutayê çekên kîmyewî bi kar anîn, Amerîkayê got ku ew ê mudaxeleyî Sûriyê bikin û Rûsya jî li dijî Amerîkayê derketibû.