TR KU SO
FB X
Cîhan

Neteweyên Hevgirtî kete nav xemgîniyê

Admin M
Nivîskar
📅 12 adar 2019 02:17

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Antonio Guterres ragihand ku di balafira Etiyopyayê ya ku do ket de 21 xebatkarên Neteweyên Hevgirtî hebûn. Her 21 kes jî di qezayê de jiyana xwe dane. Guterres weha got:

“Do, di qeza berbat ya balafira Etiyopya de, di nava wan de 21 xebatkarên Neteweyên Hevgirtî hebûn û hemû jiyana xwe ji dest dan. Bûyer trajediyeka kureyiye û xebatkarên Neteweyên Hevgirtî ji her aliyê dinyayê tên û bo xebata mirovî xizmetê dikin.”

Di balafirê de bi temamî 157 kes hebûn ku ji Addîs Ababa diçû Nairobiyê.

Parve bike: