Neteweyên Hevgirtî lêpirsîna êrîsên kîmyewî dike
Netweyên Hevgirtî bo êrîşên kîmyewî li Sûriyê lêpirsînê dike. Komîsyona serbixwe ya lêpirsînê ya Neteweyên Hevgirtî ragihand ku ew bo Îdlîbê û Xuta Rojhilatê bona ku rejîma Sûriyê xaza klorê bikaraniye dest bi lêgerînê kiriye.
Serokê komîsyonê Paulo Sergio Pinheiro beyaneka nivîskî da çapemeniyê û got ew ji ber germbûna şerê Xûta Rojhilat û Îdlîbê di nava endîşeyeka kûr de ye.
Pinheiro, got ku piştî serê salê 250 hezar sîvîl cîh û warên xwe terk kirine û dewam kir: “Raporên ji herêman tên ciddîne û goya sîvîlan ji bombebaranan diparêzin û herkes bi herêmên bi ewle kenê xwe dike. Terefên şer dikin îşê xwe yên hûqûqî û mirovî naynin cîh. Gelek bi endîşeye ku bombe yên bi klor li navçeya Serakina bi ser îdlîbê û navçeya ser Xûta Rojhilat ya bi navê Dûmayê hatin ragihandin ku bi awayeka ciddî bikaranîne û di raporan de heye. Komîsyon dest bi lêkolîna van gotinan kir.”