Neteweyên Yekbûyî banga lêpirsînên serbixwe û bi bandor kir
PeyamaKurd – Berpirsa Mafên Mirova ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet, di derbarê tawanên şer ên Rûsyayê de, banga lêpirsînên serbixwe û bi bandor kir.
Li gor Bachelet diyar kir: “Pêdivî ye ku hemî hewil werin kirin, da ku lêpirsînên serbixwe û bi bandor li ser tiştên ku li Bucha qewimiye were kirin û rastî, dadmendî û berpirsîyarî were peydakirin. Herwiha tazmînat û çareseriya qurbaniyan û malbatên wan.”
Di daxuyaniyê de Michelle Bachelet eşkere kir, ew “ji dîmenên sivîlên kuştî yên li kolanan û di gorên serpeyî de xofdar bûne.”
Herwiha destnîşan kir, nûçeyên ku ji Bucha û heremên din têne ragihandin, pirsên cidî û fîkarên girîng derdixin pêş; di derbarê îhtîmala tawanên şer, binpêkirinên giran yên hiqûqa mirovahî ya navneteweyî û binpêkirinên cidî yên qanûnên mafên mirovan yên navneteweyî .
Di berdewamiyê de Bachelet diyar kir, pêdivî ye ku hemî meyt werin derxistin û nasnameyên wan were tespîtkirin, da ku malbatên qurbaniyan agahdar bibin û sedemên rastîn yên mirinên wan werin diyarkirin.
Herî dawî eşkere kir, ji bo parastina delîlan divê hemî tedbîr werin girtin.