Neteweyên Yekbûyî: Êdî bes e, dive demildest ser raweste
Peyamakurd- Çend rêveberên ajansên Neteweyên Yekbûyî bi beyannameyeke hevbeş daxwaza bilez rawestandina şerê Îsraîl û Hemasê kirin.
Piştî ku mehekiye şerê Îsraîl û Hamasê berdewam dike, rêveberên ajansên Neteweyên Yekbûyî dan zanîn ku heta niha 88 karmendên wan jî di şerde hatine kuştin.
Rêveberên 18 ajansên cuda yên Neteweyên Yekbûyî doh di 5'ê Cotmehê de, di beyannameyeke hevbeş de banga rawestandina demildest a şer kirin û gotin:
“Ev bû mehek, êdî bes e. Divê di demeke kurt de şer bê rawestandin.”
Rêveberên UNICEFê, Jinên Neteweyên Yekbûyî, Bernameya Xorakê ya Cîhanî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî di beyannameyê de kuştina welatiyên Filistînî û Îsraîlî wek “metirsîdar” bi nav kirin û anîn ziman:
“Tam nêzîkî mehekê ye, cîhan bi tirs û şok temaşeyî rewşa Îsraîl û Filistînê û wê hejmara zêde ya kuştin û jinavçûnê dike.”
Serkirdeyên Neteweyên Yekbûyî bangî hevkarên xwe kirin û gotin:
“Rêzê li yasayên navdewletî yên mafên mirova bigirin, ji wan jî parastina xelkê sivîl, dibistan û nexweşxane, bihêlin alîkariya mirovî biçe nav Xezeyê.”
Di beşeke din a beyannameyê de wiha hat gotin:
“Nayê qebûlkirin ku destê xelkê negihe kelûpelên gelekî pêwîst ên jiyanê û li nav mal, stargeh, perestgeh û nexweşxaneyan bên bombebarankirin.”
Derbarê êrişên ser sazî û karmendên xwe de jî wiha anîn ziman:
“Zêdetirî 100 êriş li dijî çavdêriya tenduristî hatine tomarkirin.
Ji 7ê mehê heta niha 88 karmendên Rêxistina UNRWA (Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Penaberên Filistînî) hatine kuştin.
Ev jî hejmara herî zêde ya kuştiyên Neteweyên Yekbûyî ye ku heta niha di şerekî de hatine tomarkirin.”