Cîhan
Neteweyên Yekbûyî ji bo malbatên DAISê ji 57 welatan re name sand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) destpêka vê hefteyê ji 57 welatan re name şandiye da ku hemwelatiyên xwe yên malbatên DAIŞê ji Kampên Rojavayê Kurdistanê werbigirin.
Parêzera Taybet a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Fionnuala Ni Aolain, piştrast kir ku wan name ji 57 welatan re şandiye û rexne li welatê Swêdê kir û xwest, xwedî li welatiyên xwe yên di kampan de derkeve.
Fionnuala herwiha lîsteya welatên ku xwedî li welatiyên xwe yên li kampa Roj û Holê dernakevin belav kiriye û wekî “lîsteya şermê” diyar kiriye.
Hêjayî gotinê ye li gorî medya Sewêd li kampa Holê 31 welatiyên Swêd hene.