Cîhan
Neteweyên Yekbûyî li ser Xezzeyê dicive
PeyamaKurd - Encûmena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî li ser buyerên li Xezzeyê ku 55 kes ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn kuştin bi lezgîn dicive.
Hat ragihandin ku Encûmena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza endama demkî Kuweytê sibe (sêşem) bi mijara buyerên li Xezzeyê civîneke neasayî li dar dixe.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq diyar kir ku Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Gutarres bang li aliyan kiriye ku mutedil bin. Herwiha Gutarres diyar dike ku divê Îsraîl hêza nehevseng bi kar neyne û divê rayedarên Filistînî jî xwepêşandanên li ser sînor kontrol bikin û tansiyonê bixînin.