TR KU SO
FB X
Cîhan

Neteweyên Yekbûyî ragihand: Ji bo agirbesteke nû li hev kirin!

Admin H
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2023 20:37

PeyamaKurd - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Yemenê Hans Grundberg ragihand ku aliyên Yemenê li ser agirbesteke nû û destpêkirina pêvajoya aştiyê bi serkêşiya NY ji bo bidawîkirina şer li hev kirin.

Nivsîgeha nûnerê NY ragihand ku Hans Grundberg dê bi aliyan re kar bike ji bo ku bi sponseriya NYyê, nexşerêyekê deynin.

Hate diyarkiirin di nexşereyê de dayîna fonên karmendan, vekirina rêyên ber bi Tazê û beşên din ên Yemenê ve û ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê hene.

Hans Grundberg da xuyakirin, 3 milyon yemenî li bendê ne ku ev derefeta nû encamên berçav û aştiyeke mayîne pêk werîne û diyar kir: "Aliyan gaveke girîng avêt. Pabendbûna wan, di destpêkê de dilsoziya wan a bi gelê Yemenê re nîşan dide."

Hêjayî gotinê ye, ev destpêşxeriya NY piştî alozbûna Derya Sor ku Hûsiyên Îran piştevaniya wan dike, êrîşên ser keştiyên bazirganî bi hinceta têkiliya bi Îsraîlê re zêde kirine, hate ragihandin.

Parve bike: