Neteweyên Yekgirtî: Em di mijara Idlibê de bi endîse ne
PeyamaKurd- Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê Antonio Guterres, Stephane Dujarric ragihand ku arîşeya li Sûriyê ya di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, bo aştiya herêmê û navdewletî tehdîd e. Stephane Dujarric weha ragihand:
“Ev arîşe, car din ew pevçûn û şerê ku li Sûriyê dibe, bo aştiya herêmê û bo aştiya navdewletî tehdîde. Ew êrîşên ku rejîma Esed dibe ser deverê, hem sîvîl tên kuştin û hem sîvîl ji cîh û warên xwe dibin. Me, weka Neteweyên Yekgirtî, bo temamê terefan aşkera û zelal peyama xwe şand da hinek nermahiyê çêbikin.”
Di êrîşên Sûriyê bo ser yekîneyên Tirkiyê de, 8 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabûn û Tirkiyê bersiva êrîşê dabû û li gor wezareta bergiriya Tirkiyê 76 leşkerên rejîma Sûriyê kuştibû.
Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan di beyana xwe ya îro ya li Ûkraynayê de ragihandibû ku ji ber êrîşên rejîma Sûriyê 1 mîlyon kes ji Idlibê koç kiriye û ber bi Tirkiyê de diçe.