Cîhan
Netflix xwe amade dike da hinek xebatkarên xwe ji kar derxe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku platforma medya dîjîtal Neflix xwe amade dike da %5 xebatkarên xwe ji ser kar derxe. Di Neflixê de li dora 16 hezar kes xebatkarên daîmî hene. Ragihandina derxistina xebatkaran ya ji ser kar dibe ku di hefta bê de bêkirin.
Platformên dîjîtal yên medya civakî her diçe di navbera wan de reqabet zêde dibe û ev jî dibe sedema maliyeta zêde. Lewra bi jimareyekî xebatkarên kêm û xebatekî zêde dixwazin karên xwe bimeşînin.
Neflixê di sala 2022an de car din xebatkarên xwe ji ser kar derxistibû.