Cîhan
Nexwesxaneya koronayê sewitî: 10 nexwesên entubekirî can dan
PeyamaKurd – Li bajarê Piatra Neamt ê Romanyayê li beşa lezgîn a nexweşxaneya Covid-19ê şewat çêbû û di encamê de 10 nexweşên koronayê yên girêdayî amûra henasedanê mirin.
Li gorî daxuyaniya nexweşxaneya Piatra Neamt a Romanyayê, di encama şewatê de 10 nexweşên entubekirî can dane û rewşa tenduristay 6 nexweş û bijîşkekî jî giran e.
Berpirsên Romanyayê ragihandin ku nexweşên li nexweşxanê bo nexweşxaneyên din hatine veguhestin.
Li gorî daxuyaniyan şewata li nexweşxanê ji ber kontaka elektrîkê rû daye.