TR KU SO
FB X
Cîhan

NH bo mijara Golanê nerazîbûna xwe diyar kir

Admin M
Nivîskar
📅 22 adar 2019 04:59

PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî bo peyama serokê Amerîkayê Donald Trump ku got wext hatiye da desthilatiya Îsraîle ya ser Girên Golanê nasbikin, bertek nîşan da. Yek ji berdevkên Neteweyên Hevgirtî Ferhan Heq ragihand ku ew destekê didin biryara Neteweyên Hevgirtî.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên hevgirtî di sala 1981an de biryar dabû ku ew li dijî dagirkirina Golanê ji aliyê Îsraîle de dertên û hemû kiryarên Îsraîlê li Golanê; qanûn, dadwerî û rêvebiriya wê derê ne qanûniye û her biryarên ku Îsraîl li wê derê dide, di seha hûqûqa navdewletî de ciyê wan tineye.

Parve bike: