NH: Boko Haram 8 hezar zarok weka çekdar bikaraniye
PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî rapor kir û ragihand ku li Nîjeryayê rêxistina Boko Haram li hewzeya Gola Çadê, heya niha li dora 8 hezar zarokan çekdar kiriye û wan bikaraniye. Berpirsê projeya Nîjeryayê ya rêxistina Neteweyên Hevgirtî ya bi navê UNODC ku bi maddeyên hişber û sûcên navdewletî meşxûle Sylvester Tunde Atere, bi awayeka nivîskî ragihand ku Boko Haram ji sala 2009 an heya niha 8 hezar zarok xistine binê sîlihan.
Atere got ku hinek zarokên keç hatine tacîzkirin û hinek ji wan jî bi zorê hatine zewicandin. Zarokên ku hatine çekdarkirin halê derûniya wan baş nîne û di jiyana wan de bîranînên kûr yên xerab mane û hem tedawiya wan gelek zahmet e. Lihevanîna wan ya bi civakê re jî gelek zahmet e.
Li Nîjeryayê ji sala 2009an heya niha li dora 20 hezar kes mirine.