TR KU SO
FB X
Cîhan

NH dibêje: Kore bernama nukleerî dewam dike

Admin M
Nivîskar
📅 04 tebax 2018 21:47

PeyamaKurd- Li gor raporteka ku pêşkêşî konseya ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî hat kirin, Kore ya Bakûr bernameya xwe ya nukleerî nedaye rawestandin. Amadekirina raportê ji aliyê pisporên ku dorpêçên ser Koreyê dişopînin de hat amade kirin. Di raporê de dibêje:

“Rêvebiriya Pyangyongê bernameya xwe ya nukleerî û fuzeyî nedaye rawestandin, di sala 2018an de ji keştiyê bo keştiyê petrol û komurê bi miqdareka mezin neqil kiriye û bi zêdayî îhlala dorpêçên NH kiriye.”

Di raporê de hat gotin ku divê Kore yekser dev ji van neqilkirinan berde. Her çendîn heya niha ji Koreyê dengek derneketiye lê wezîrê karên derve yê Koreyê Ri Yong-ho duhî xwestiye ku dorpêçên navdewletî yên ser welatê wî hinekî sivik bikin.

Parve bike: