TR KU SO
FB X
Cîhan

NH: “Êrîsa ser konwoy a leskerên Tirkiye bi endîse ye”

Admin M
Nivîskar
📅 20 tebax 2019 04:49

PeyamaKurd- Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Stephane Dujarric ragihand ku êrîşa hewayî ya li bajarê Idlibê ya ser konwoya leşkerên Tirkiyê ku bû sedema zayîatan, gelek bi endişe ye û ji aliyê ewlehiya herêmê de rîskeka mezin e.

Dujarric, di brîfînga çapemeniyê ya rojane de, di mijara êrîşa ser konwoya leşkerên Tirkiyê de ku konwoy diçû noqteya çavdêriyê ya jimare 9 ê, bo bûyerê şiroveyan kir. Dujarric weha got:

“Qewimandinên şiddetê yên li Idlibê, ne tenê pirsgirêkeka miroviye lê di heman wextê de bo ewlehiya herêmê talûkeyeka mezin e. Neteweyên Hevgirtî banga xwe dubare dike ku şiddeta li herêmê daxînin û bo terefan dibêje ku li pey agirbesa ku sala borî ya ji aliyê Rûsya û Tirkiyê de hatibû çêkirin herin.”

Parve bike: