TR KU SO
FB X
Cîhan

NH:Li Sûriyê ser neqediya ye

Admin M
Nivîskar
📅 04 gulan 2018 11:27

PeyamaKurd- Şîretkarê temsîlkarê taybet yê Sûriyê li Neteweyên Hevgirtî Staffan de Mistura, Jan Egeland ragihand ku li Sûriyê hêj şer neqediya ye û pêdivî bi alîkariya mirovî heye.

Şîretkar Jan Egeland li bajarê Cenvere ji rojnamevanan re axifî û li ser tiştên ku li Sûriyê diqewimin got: “Şer neqediya lê mirov difikirin ku qediya ye. Tirsa min ev e. Raste li Xûta Rojhilat û Yarmûkê şer qediya lê niha derbasî deverên din bû û dewam dike.”

Egeland got ku dema ew li salek berê dinêrin, li wan herêmên ku zahmet bû xwe bigihîninê, 4.6 mîlyon kes hebûn û li deverên ku di bin dorpêçê de bûn 625 hezar kes dijiyan. Îro deverên ku jiyan lê zahmete 2 mîlyon kes dijîn û yên di bin dorpêçê de ne 11 hezar kes dijîn. Endîşa herî mezin li Îdlîbê ye ku 2 mîlyon însan lê dijî.

Parve bike: