TR KU SO
FB X
Cîhan

Nîjer | Di erîseke çekdarî de 16 kes hatin kustin û 9 kes jî birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 26 tebax 2021 15:03

PeyamaKurd – Li Nîjerê di encama êrîşeke çekdarî ya li başûrê Nîjerê de, 16 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gor Reutersê ji zarê Wezareta Berevanî ya Nîjerê destnîşan kir, leşkerên Nîjerê jî di pevçûnê li herêma Dîfa de bi qasî 50 çekdarên Boko Haramê kuştine û hin çekên wan bi dest xwe xistine.

Serhildana Boko Haramê, di sala 2009an de li rojhilata bakurê Nîjerya destpê kir û li welatên cîran, Çad, Nîjer û Kamerûnê dom kir.

Boko Haram, ji bo êrîşeke di meha Berfanbarê de jî tê tawanbarkirin ku di wê êrîşa li Dîfa de, 28 kes hatibûn kuştin û 800 mal hatibûn şewitandin.

Parve bike: