TR KU SO
FB X
Cîhan

Nîjer: Hewcedarî, bi destûra NYê tuneye

Ruken güler
Nivîskar
📅 18 tebax 2023 17:31

PeyamaKurd- Komîserê Kar û Barên Siyasî, Aştî û Ewlehiyê yê Civaka Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) Abdel-Fetau Musah ragihand ku ji bo şandina leşkeran li Nîjerê, hewcedariya wan bi destûra Neteweyên Yekbûyî (NY) tuneye.

Abdel-Fetau Musah, piştî civîna serfermandarên welatên ECOWASê ya li paytexta Gana Akrayê ya bi rojeva Nîjerê bersiv da pirsen rojnamevanan.

Musah tekez kir ku ew wekî ECOWASê li rojavayê Afrîqayê bi rewşeke nakokî ya asîmetrîk re rû bi rû ne, ku ew dikarin jê re bibêjin teror û got ku xala 7an a peymana Neteweyên Yekbûyî jî rê nade ku şerê li dijî terorê were kirin.

Musah bal kişand ser wê yekê ku wan li hember derbeyên li dû hev ên li herêmê bi darê zorê bersiv nedane û bal kişand ser pêwîstiya rawestandina bandora domînoyê.

Biryara ECOWASê ya şandina leşkeran li Nîjerê, hin nîqaşan derxist holê ku bikaranîna hêzê ya rêxistineke herêmî li welatekî qanûnî ye an na.

Parve bike: