Nikarin sewatên li Calîfornîayê kontrol bikin
PeyamaKurd - Şewatên li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê ku heta niha nekarin e hildin kontrolê, êdî jiyanê tehdîd dike.
Şewata ku hefteya borî li Shastaya herêma eyaletê derketibû hê nikarin bixin kontrolê.
Rayedaran diyar kir ku hê ji sedî 23yê şewata di 23yê tîrmehê da derketibû û bi 420 kîlomêtreqere erdî ketibû hildan kontrola xwe.
Li bakurê eyaletê ji hefteya borî vir va kêmzêde 50 hezar kes hatin texliyekirin. Hat ragihandin ku di encama xebatên ekîbên agirkujiyê da agirê li hin ciyan hat temirandin û destûr dan 10 hezar kesî ku vegerin malên xwe lêbelê 27 hezar kes hin nikarin vegerin malên xwe.
Scott McLeanê berdevkê Agirkujiya Calîfornîayê got ku di şewata li herêma Shastayê da 8 kes mirin, 818 xanî şewitîn û 165 xaniyan jî zirar dîtin.
Wekî mayîn ji ber şewatên li herêmên Mendocino û Lake Countyê derketin jî kêmzêde 20 hezar kes hatin texliyekirin. Rayadaran gotin ku di van şewatan da 7 xanî şewitîn.
Ji ber hişkahiyê û bayê ku berî xwe diguherîne şewat mezin dibe, di xebatên temirandinê da 12 hezar agirkuj dixebitin.