Cîhan
Nisbeta tevlîbûna hilbijartinên Îranê %48,8 çêbû
PeyamaKurd – Ji sala 1979 an heya niha ku li Îranê hilbijartin çêdibin, di hilbjartina duhî de, tevlîbûna xelkê di asta herî kêm de çêbû û nisbet bû %48.8.
Wezîrê karên gundir yê Îranê Abdurriza Rahmanî Fazlî, civîna çapemeniyê lidar xist û encama hilbijartina serokkomariya Îranê ragihand.
Jimara hilbijêrên ku karibin dengan bidin 60 mîlyone lê tenê 29 mîlyon kes çûne ser sindoqan.
Fazli ragihand ku Îbrahîm Reîsî 17 mîlyon û 926 deng sitendiye û bûye serokkomarê Îranê.