Cîhan
Nîtrojen ji fabrîkê xizinî û 6 kes mirin
PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Georgiayê li bajarê Atlantayê di fabrîkeyekî xidayê de nîtrojena av xizinî û bû sedema mirina 6 kesan û niha 10 kesên din li nexweşxanê ne.
Piştî hat dîtin ku ji fabrîkê nîtrojen dixizine, ji fabrîkê herî kêm 130 kes hatin dûrkirin. Niha ji ber nîtrojenê 6 kes mirine û 10 kes li nexweşxanê ne. Di nava kesên li nexweşxanêne halê 3 kesan nexweşe.
Li ser bûyerê lêpirsînên rêvebiran dewam dike.