Cîhan
Nivîskarê tirk: Ji bo bajarên kurdan hilbijartin hewce nake, bila dewlet tayîn bike…
PeyamaKurd – Nivîskarê rojnameya Yenî Şafak a alîgirê deshilatdariya AKPê Omer Lekesiz di qûncikê xwe de got, ew baweriyê bi demokrasiyê nayîne û divê li bajarên kurdan şaredar ne bi hilbijartinê û tayînkirina qeyûman, yekser ji aliyê dewletê ve werin tayînkirin.
Lekesiz di qunciknivîsa xwe ya doh de îdia kiriye ku gelê kurd (xelkê herêmê) ji ber rastiyên hestiyarî nikare tercîheke rasteqîne bide û wiha got:
“Naxwe divê tercîha wan li gor berjewendî û hesasiyeta bekaya aqilê dewletê bê nirxandin ku encama esil a gel bixwaze jî dê ev be.”
Lekesiz herwiha got, pêwîste li bajarên kurdan serokên şaredariyan yekser ji aliyê dewletê ve bê hilbijartin werin tayînkirin.