TR KU SO
FB X
Cîhan

Norweç ji bo Fîlîstîn bibe endamê Neteweyên Yekgirtî wê dengê xwe bide

Admin M
Nivîskar
📅 12 gulan 2024 01:31

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Norweçê Espen Barth Eide ragihand ku ji bo Fîlîstîn bibe endamê Neteweyên Yekgirtî û mafên zêdetir bidin wan, bi kêfxweşî biryarê pêşwazî kir û got ku wê di dengdanê de ji bo Fîlîstînê raya xwe bikarbîne. Eide got:

“134 welat di leha endamtiya Fîlîstînê de dengên xwe dane û em bi vê biryarê dilxweşin. Ji bo çareseriya damezrandina bi du dewletan bibe, divê dewleta Fîlîstînê bê avakirin.

Parve bike: