Nûnerê NY ji bo vegerandina penaberan serdana Samê kir
PeyamaKurd - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Rêvebirê Giştî yê Ajansa Penaberan (UNHCR) ji bo vegerandina penaberan serdana Şamê kir û bi rayedarên hikûmeta Sûriyê re civiya.
Rêvebirê Giştî yê Ajansa Penaberan a Netewên Yekbûyî (NY) Filippo Grandi, di çarçoveya geşta xwe ya Rojhilata Navîn de 13ê Îlonê serdana Sûriyê jî kir û li Şamê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re hevdîtin kir.
Piştî civînê derbarê naveroka civînê de daxuyanî nehat dayîn, lê li gorî çavkaniyan Grandî ji bo mijara vegerandina penaberên Sûrî bi rêveberiya Şamê re gotûbêj kiriye.
Grandî herwiha li bajarê Helebê bi hejmarek welatiyên Sûrî yên di rewşeke xirab de dijîn re hevdîtin kir ku pêwîstiya wan bi alîkariyên navdewletî heye.
Hat diyarkirin ku Rêveberê UNHCR Filippo Grandi, piştî Şamê serdana Urdinê kiriye û bi Şah Ebdullah ê Duyem re civiyaye ku yek ji mijara hevdîtinê vegerandina penaberan bo Sûriyê û aramkirina rewşê bûye.